Dolar li Tirkiyê rekor sikand!
PeyamaKurd – Piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê di nava 27 mehan de cara ewil rêjeya polîtîkayê ji sedî 8,5 daxist ji sedî 15an, ji nişka ve nirxa danûstendinê gelekî zêde bû.
Dolar cara ewil bendava 25 TL derbas kir û derket asta 25 hezar û 4804an, rekora dîrokî şikand. Euro bi dîtina 27 hezar û 8835 TL rekoreke din şikand.
Do (22ê Hezîranê) piştî saet 14:00an, bi biryara Banka Navendî ya Komara Tirkiyê dolar û ewro zêdebûneke rekor nîşan dan.
Banka Navendî piştî Adara 2021an cara ewil rêjeya faîzê zêde kir, rêjeya polîtîkayê ji sedî 8,5 derxist ji sedî 15an, nirxê pevguherînê yek li pey hev rekor şikand.
Dolar/TL do cara ewil 24 TL derbas kir, îro di dîroka xwe da cara ewil ji 25 TL derbas bû û derket asta 25,48an.
Ewro/TL ku duh cara ewil ji 27 TLyan derbas bû, îro dîsa bi jordaçûna xwe dewam kir û derket asta 27,88an û careke din lûtkeya xwe ya dîrokî nû kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin