Erdogan, daxuyaniya mezhebî ya Kiliçdaroglu nirxand

23 April 2023 21:30 0 dîtin
Erdogan, daxuyaniya mezhebî ya Kiliçdaroglu nirxand

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di merasîma vekirinê ya Kompleksa Sporê ya Akyaziyê de axivî û bal kişand ser daxuyaniya mezhebî Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu.

Namzedê Tifaqa Cûmhûrê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di axaftina xwe de qala rewşa aborî ya welêt kir û di nav axaftina xwe de li ser mijara mezhebî ya ku bi daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu ket rojevê sekinî û got,

“Em gavên ku enflasyon bi awayekî mayînde dakeve hejmarên yekxaneyî, bi biryardarî berdewam dikin. Ez vê yekê eşkere bibêjim, piştî 14ê Gulanê, bi taybetî bo xurekê em dê qanûnên wisa derxin ku ji bo kesên ku her cure neheqiyê dikin, bibe ders. Tirkiye îro li gorî sala 1999an, di her warî de dewleteke li pêş e û birînên erdhejên di 6ê Sibatê de demildest dipêçe.

Norwecê, beşeke petrol û gaza xwe ya xwezayî, nêzikî ji % 25ê wê wekî rezerv bi kar tîne û ji ciwanên xwe re terxan dike. Em jî dê tiştekî mîna wê li welatê xwe çêbikin."

Erdogan, li ser gotinên Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Ew dibêje dê Seloyê ku li Diyarbekirê bû sedema mirina 51 welatiyên me û Ocalan ê serokê terorîstan derxe. Ev welat, dewleta terorê nîn e. Bay Bay Kemal, havinê vî gelî saxlem e û bi destûra Xwedê, dê di 14ê Gulanê de dersa hewce dike bide te.

Kesî ji vî zatî pirsa bawerî, mezheb û meşrebê wî nekir. Kesî bi van nasnameyên vî zatî jî ew îtham nekir. Çima emrê te hatiye 74an û şûnde û tu ji nişke ve bi nasnameya xwe ya mezhebî derketî pêşberî raya giştî. Çi pêdiviya te pê hebû? Oleke me ya wekî Sunîtî, Elewîtî, Şîetiyê tuneye.

Navê ola me yek e, ew jî Îslam e. Tenê navekî nasnameya me ya olî heye, ew jî Misilmantî ye. Xwişk û birayên min ên Kurd, li gorî hukmê Rebê me, bêyî ku rastî ferq û cudatiyê werin xwişk û birayên me ne."