Erdogan, îro ligel Serokwezîrê Swêdê dicive
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, Serokwezîrê Swêdê, îro derbasî paytexta Tirkiyeyê ya Enqereyê bûye û hat diyarkirin ku piştî pêşwaziya ku hatiye kirin, dê civîn li Beştepeyê were kirin.
Di agahiyên ku hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ku li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan hatiye Enqereyê, dê li ser mijarên endamtiya NATOyê ya Swêdê û nêzîkahî û biryara rayedarên Tirkiyeyê bê axaftin.
Her wiha hat diyarkirin ku piştî civîna were kirin, dê herdu rêber bi awayekî hevpar daxuyaniyek bidin çapemeniyê.
Hat eşkerekirin ku dê îşev jî ji bo Serokwezîrê Swêdê, bernameyeke xwarinê bê dayîn û dê pêwendiyên navbera Tirkiye û Swêdê bi awayekî dorfireh di ber çavan re bên derbaskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin