Erdogan û Serokomarê Almanyayê civiyan

17 November 2023 20:43 0 dîtin
Erdogan û Serokomarê Almanyayê civiyan

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di çarçoveya serdana xwe ya îro 17ê Mijdarê ya Almanyayê de, ji aliyê Serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku Erdogan û Steinmeier li Koşka Serokomariya Almanya Bellevueyê civiyan û dîmenek dan medyayê.

Erdogan, di serdanê de lênûska şerefê ya Koşka Serokomariya Almanyayê îmze kir.

Piştî hevdîtina rûbirû şandên herdu welatan li hev civiyan. Derbarê naveroka civînê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.