Gundekî Amediyê hate bombebaran kirin

04 July 2024 18:01 0 dîtin
Gundekî Amediyê hate bombebaran kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Tîrmehê piştî nîvro gundê Sergelê yê navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi hinceta PKKê hate bombebaran kirin û piştî bombebaranê jî şewat derket.

Li gorî çavkaniyan, şewata piştî bombebaranê gihîştiye heta nav malên gundiyan û hîn nehatiye vemirandin.

Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de artêşa Tirkiyê operasyonên xwe yên dijî PKKê li herêma Duhokê zêde kirine û di encamê de gelek ziyan digihe gund û niştîngehên herêmê jî.