Heyeta Hukumeta Herêma Kurdistanê diçe Îngîltere
PeyamaKurd – Li ser daweta fermî ya wezareta karên derve ya Îngîltere, heyetekî ji hukumeta Herêma Kurdistanê wê here konferansa bi babeta ‘hewldana berlêgirtina şiddeta cinsî ya di pevçûnan de’(PSVI) yê. Li gor ragihandina K24 ê; berpirsê wezîfedarkirina navnetewî Dîndar Zêbarî ragihandiye ku heyeta hukumeta Kurdistanê ya ji dezgeyên pêwendîdar hatine wezîfedarkirin, wê di 28-29 ê mijdarê de herin konferansa li Îngîltere ya li jorê binavkirî. Zêbarî ragihand ku wê ji heremên dinyayê yên cuda li dora 800 kesên nûner û berpirs tevlî konferansê bibin. Dîndar Zêbarî di mijarê de weha got:
“Wê heyeta me ya Kurdistanê gelek agahiyan bide dezgeyên navdewletî. Di nav agahiyan de xebatên me yên rehabilitasyona jinên Êzîdî ku destê DEAŞ ê hatine rizgarkirin, hewlên darizandina IŞİDiyan, pêşdebirina mafên jinan yên siyasî û çandî û gelek mijarên weka wan, dê bigihîne meqamên navdewletî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin