Hêzên Îspanyayê ji Iraqê vedikisin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ragihand, hêzên Îspanyayê erkên xwe li Iraqê bicih anîne û di dawiya havîna îsal de ji Iraqê vedikişin.
Fermandarê Hêzên Îspanyayê li Iraqê, Kolonel Sezar Garicia bi rêya vîdeokonferansekê ji Şah Fîlîpê Şeşem, Şahê Îspanyayê re daye zanîn û gotiye: “Me li Iraqê di çend qonaxan de erkên xwe bicih anîne û niha asta hêzên Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de baştir e.”
Di daxuyaniyekê de hatiye diyarkirin, “Hêzên Îspanya bi hevbeşî ligel hêzên Portugalê ji sala 2015an ve heta niha rahênan bi zêdtirî 50 hezar serbaz û polîsên federalî yên Iraqê kirine.”
Hêzên Esmanî yên Îspanyayê li baregeha el Tacî ya nêzîkî Bexdayê bicihkrî ne û hejmara wan nêzîkî 80 leşkeran e. Herwiha li seranser Iraqê jî 240 şêwirmendên leşkerî yên îspanî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin