Hêzên rejîma Îranê welatiyekî Kurd kustin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê, do êvarî roja Înê 25ê Sibata 2022an, welatiyekî Kurd ê bi navê “Seîd Pîran” yê temen 40 sal û welatiyê gundê “Kerîmava” yê ser bi bajarê Baneyê, di encama teqeya rasterast hat kuştin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê diyar kiriye: “Hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, bi gumana hebûna tiştên qaçax, ev welatiyê Kurd kirine armanc.”
Li gor zanyariyan, piştî vê bûyerê meytê Seîd Pîran rakirin nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê Baneyê.
Zanyarî destnîşan dikin, ew welatî xizan û xwediyê du zarokan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin