Hilberîna Boeing 737an hat rawestandin

18 December 2019 00:39 0 dîtin
Hilberîna Boeing 737an hat rawestandin

PeyamaKurd- Şîrketa Amerîkayê ya hilberîner a Boeingan, bi sedema xetaya di sîstema wan ya kontrolê de heye, hilberîna xwe ya 737an da rawestandin. Balafirên Boeingê bûbû sedema ketina balafiran ku di wan de 346 kes miribûn.

Di serî de li Amerîkayê û li gelek welatên din seferên 737an hatiye rawestandin û bi wê sedemê şîrket ragihand ku wê piştî sersala 2020an hilberînê rawestîne heya ku îzna xwe ji ciyên pêwendîdar derbixe.

Di vê mijarê de pirsa ku tê bîra mirov ew e ku wê bi 12 hezar karmendên xwe çi bike? Di vê babetê de şîrket got ku wê karmendên xwe niha ji kar dernexe.