Hisyariya fermandarê Îranê ji Amerîkayê re

30 December 2023 16:02 0 dîtin
Hisyariya fermandarê Îranê ji Amerîkayê re

PeyamaKurd – Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasdarên Îranê Serfermandar Qaanî xîtabî Amerîkayê kir û got, "Eger hûn li Iraqê reftarên xwe yên neaqilane bidomînin, wê berxwedana Iraqê bersiveke cuda bide we."

Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Şoreşa Îranê Qaanî diyar kir ku, di vê heyamê de berxwedana Filistînê bi plana xwe destpê kir û ji ber cinayetên berfireh ên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Misliman ê Filistînê, ji bo cara yekem di vê qonaxê de pîlanên xwe çêkir û gav avêt. Wan her tiştê ku kirin, gav bi gav plan kirin."

Qaanî di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “We şehîd Razî Mûsewî qetil kir, ji ber ku we nekarî li qada şer a Xezzeyê tiştek bi dest bixin û Îran jî nekeve nava planên we. Destkeftên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ji destpêka şer û vir ve çi bûn? Hunera wan tenê kuştina jin û zarokên bêguneh e.”

Serleşker Qaanî xîtabî Amerîkiyan kir û got, eger hûn li Iraqê reftarên xwe yên neaqilane bidomînin, wê berxwedana Iraqê bersiveke cuda bide we.