Hunermendê Kurd strana ‘Superman’ çêkir

04 December 2018 11:17 0 dîtin
Hunermendê Kurd strana ‘Superman’ çêkir

PeyamaKurd - Hunermendê Kurd Mirov, di albuma xwe ya bi navê ‘Kêzika Gêj’ de, stranek bi navê Xewna Zarokekî: Supermanê min çêkir.

Hunermend Mirov bi muzîka modern stranên Kurdî distire û di vê albûma xwe de, çend stranên balkêş bicî kirine ku yek ji wan Xewna Zarokekî: Supermanê min û Kêzika Gêj e ku navê albûmê jê girtiye.

Hunermendê ciwan Mirov, ji Bismila Diyarbekirê ye û albûma wî ya yekem Kêzika Gêj serê vê mehê derket pêş guhdaran ku dikarin li ser platformên dijîtal guh lê bidêrin.

Mirov - Album