Îngîltere dorpêçên nû danî ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Îngîltere bi sedema şerê Rûsya û Ûkraynayê dorpêçên nû danî ser 42 kesên Rûsyayê. Di nava wan kesan de wezîrê dadê yê Rûsyayê Konstantin Çuyçenko û cîgirê wezîrê dadê Oleg Sviridenko hene. Her weha di nav dorpêçiyan de 29 parêzger, bi temamî 42 kes hene.
Îngîltere ragihand ku bi sedema hêsankirina îşxala Ûkraynayê dorpêçan daniye ser parêzgeran. Li ser xistina lîsta dorpêçan ya wezîrê dadê û cîgirê wî weha got:
“Her dû kes ji ber kesên li hemberê şer dertên, wan hedef nîşan didin û nahêlin hemwelatiyên Rûsyayê serbest fikra xwe bêjin.”
Di nav lîstê de olîgarkên Rûsya jî hene ku 2 ji wan xismên mîlyarderê Rûs Alisher Usmanov in û di mijarê de weha hat gotin:
"Olîgarkê mezin yê bi Kremlînê re tekiliyên wî yê nêz hene, 2 biraziyên Alisher Usmanov yên bi navên Sarvar û Sanjar İsmailov me xist nav lîstê.”
Her dû kes mal û mulkên wan û berjewendiyên wan li Îngîltere hene.
Îngîltere ji 24 ê sibatê heya niha di ser sed kes û sed şîrketan de navan xistiye nav lîsta dorpêçan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin