Îngîltere tedbîrên nû danî ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Îngîltere temamê heyiyên bankayên Rûsyayê yên bi navên SberBank û Credit Bank of Moscow da rawestandin. Hem temamê veberhênanên ji derve yên ji bo Rûsyayê jî qedand. Baregeha serokwezîrtiya Îngîltere mijarê ragihand û got heya dawiya sala 2022 an, wê dev ji kirîna komir û petrola Rûsyayê berde.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê Îngîltere li hemberê olîgark û sektorên girîng yên Rûsyayê bikeve nav tevgerê.
Wezîra karên derve ya Îngîltere Liz Truss jî sibê tevlî civîna G7 an ya wezîrên karên derve dibe û wê bang bike da li ser pêlên nû yên dorpêçan tevgerên xwe bimeşînin.
Biryara dorpêçên ser bankayên Rûsya yên ser SberBank û Credit Bank of Moscow ê bi Amerîka re bi koordîne hatiye sitendin.
Îngîltere di sala 2020 an de bi miqdarê 11 mîlyar Poundî li Rûsyayê veberhênanê kiriye û dibêje ku ev dê bibe derbeyekî mezin ji bo aboriya Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin