YEyê paketa givasan ya 15em danî ser Rûsyayê
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê li ser paketa givaşa ser Rûsyayê ya 15em li hev kir. Di nav paketa nû de dezgeyên ku di pêşdeçûna Rûsyayê ya leşkerî û teknolojik de para wan jî heye, hene. Serokwezîrê Macarsitanê ku serokê demkî yê YEye, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Balyozên welatên Yekîtiya Ewrûpayê wekî berteka li hemberê êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê, li ser paketa 15em ya givaşên ser Rûsyayê li hev kirin.”
Di nav paketê de lîsta dorpêçan ya heyî, zêdetir kes û dezgeyan xistinê. Ji bilî îxracatan, ji ber pêşdeçûna Rûsyayê ya di seha leşkerî û teknolojiyê de, di rêyên din de, kes û dezgeyên ku destekê didin Rûsyayê, dezgeyên li welatên sêyem jî xistine lîsta givaşan. Di nav lîstê de keştiyên welatên sêyem yên ku di mijarê de bazirganiyê bi Rûsya re dikin hene.
Li ser mijarê seroka Komîsyona YEyê Ursulan von der Leyen jî di parvekirina xwe de got:
“Hevkarên YEyê û G7an bi biryarin ku zorê bidin ser Kremlinê. Bi taybetî lihevkirina li ser paketa 15em gelek başe.”
Di lîsta givaşa li ser Rûsya de, ji 2.300 zêdetir nav û dezge hene

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin