Îran bersiva tawanbariyên Amerîkayê dide

05 December 2023 17:01 0 dîtin
Îran bersiva tawanbariyên Amerîkayê dide

PeyamaKurd -Li gor nûçeya Ajansa nîv fermî ya Îranê Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Îranê Saît Îravanî, bi nameyekî  bersiva tawanbariyên ku ew grûbên li Sûriye û Iraqê êrişî Amerîkayê kirine bi Îranê re pêwendîdarin red kiriye. 

Li gor heman çavkaniyê di nameyê de hatiye ragihandin ku tu pêwendiya Îranê bi wan êrişên ku li Suriye û Iraqê li hêzên Amerikayê tên kirin re nîne. 

Dîsa hatiye daxuyandin ku pêwendiyên Îranê bi êrişên ku bi êrişên Îsarîlê yên li Xezzyê ve pêwendîdar li Keştiyên bazirganiyê û li Galaxy Leaderê ji aliyê Hûsiyan ve hatiye kirin re jî tune ye.  

Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê Wezareta Bergiriya Amerîkayê ve Îran bi êrişên ku li binkeyên Amerîkî yên li Iraq û Sûriyê tên kirin û êrişên ku ji aliyê Hûsiyên Yemenî ve hatibûn kirin re pêwendîdar ragihandibû û hatibû daxuyandin ku di wan êrişan de, destê Îranê heye.