Îran jî destekê dide hukumeta Lîbyayê
PeyamaKurd- Şîretkarê leşkerî yê rêberê rûhanî yê Îranê yê Ayetullah Alî Hamaney, general Huseyin Dehgan got ku ew destekê didin hukumeta Lîbyayê ya niha. Dehgan got ku ew destekê nadin general Hafter û got ku ev mijar rast nîne. Dehgan weha got:
“Em li Lîbyayê destekê didin hukumeta ku di navdewletî de rewa têqebûlkirin. Em bang dikin ku li Lîbyayê çareseriyekî siyasî bê dîtin.”
Piştî tehdîda serokkomarê Misrê bo ser Lîbyayê, sefên dewletan hêdî hêdî aşkera dibin û Erebistana Si’ûdî jî ragihandibû ku destekî dide general Hafter.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin