Îranê, alîkariya pizîskî sand herêmên erdhejê
PeyamaKurd- Balyozê Giştî yê Tirkiyeyê yê Tebrîza Îranê ragihand ku ji aliyê Îranê ve 6 ton alîkariya pizîşkî hatiye amadekirin û ji bo herêmên erdhejê yên li Suriye û Îranê, her wiha li bakur û rojava hatiye şandin.
Balyozê Giştî yê Tirkiyeyê yê Tebrîzê Çetîn Taner da zanîn ku alavên alîkariyê yên ku li kampusa zanîngehê hatin berhevkirin, li navenda Heyva Sor a Azerbaycana Rojhilat a li Tebrîzê, ji bo ku bi balafirê derbasî Tirkiyeyê bibin, hatin şandin.
Çetîn Taner diyar kir ku nûnertiyên biyanî bi kordînasyona alîkariyên ji derve tên û wiha got: “Em alîkariyên li Tebrîzê bi kordîne dikin. Ji kêliyên yekem ên erdhejê heta niha dewlet û gelê Îranê yên dost û biratî yên li herêma me ji alîkariyê bêpar neman.”
Taner bal kişand ku paketên ku di çarçoveya lîsteya dermanên pêşîn ên ku ji Îranê re hatine şandin hatin wergirtin û wiha got: “Li vir nêzî 17 palet hene ku giraniya her yek ji wan 400 kîlo ye û bi giştî 6 ton alîkariyên pizîşkî li vir hene. 4 maseyên neştergeriyê jî di nav de hene."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin