WHOyê, 35 ton alîkariya pizîskî sand Suriyeyê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO), 35 ton alîkariyên pizîşkî derbasî navçeyên Hikûmeta Suriyeyê kir.
Di agahiyên hatin ragihanidn de hat diyarkirin ku Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Tendirustiya Cihanî (WHO) yê Rojhilata Navîn eşkere kir ku ew bi hevahengiya li gel Wezîrê Tenduristiya Suriyeyê û aliyên pêwendîdar, rewşa navçeyên wêran bûne dinirxînin û piştre alîkariyan dişînin.
Hat zanîn ku karwanê yekem ê alîkariyên Siûdiyê, di sînorê Tirkiyê re derbasî Cindirêsa Efrînê dibe û 11 barhilgirên alîkariyê, bi rêya Deriyê Bab el Hewa derbasî Suriyeyê dibin û ji wê derê jî bi rêya deriyê gundê Hemam ê Efrînê, derbasî navçeya Cindirêsê dibin.
Ji aliyê Berdevkê Rêxistina El Emîn Yasir El Terraf ve hat gotin ku “Niha barên 11 barhilgiran, li Deriyê Hemam tên valakirin. Ev alîkarî jî hemû derman û xwarin e, wekî pêdiviyên serekî ne. Ev karwan barê yek firokeyê ye ji 6 firokeyên Siûdiyê ku di 2 rojên borî de gihiştibûn parêzgeha Dîlokê. Bi saya Xwedê, em ê di rojên bê de alîkariyan li Efrîn û Îdlibê dabeş bikin. Her wiha di demeke nêzîk de dê alîkarî û projeyên Siûdiyê ji bo Efrîn û Idlibê zêde bibin.”
Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku alîkariyên Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî jî gihîştin Suriyeyê û kadroyên tendirustiyê dê pêwîstiyên pizîşkî li nexweşxaneyên navçeyên erdhejê belav dikin.
Her wiha ji aliyê Rêveberê Herêmî yê WHOyê yê Rojhilta Navîn Ehemd El Mandherî ve jî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku
“Di vê qonaxê de tevî kampanyayên rizgarkirin û alîkariyê, em bi hevahengiya ligel Wezîrê Tendirustî û aliyên pêwendîdar û tîmên li meydanê zeraran dinirxînin, me li gorî nirxandinê şêwira piştevaniyê û alîkaran kir. Destpêşxeriyên baş hene û em geşbînin, lewra em ê alîkariyan werbigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin