WHOyê alîkariya bilez ê derman û pêdiviyên bijîskî sand Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) ji bo piştevaniya Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember tekoşîna nexweşî û şewba kolerayê, alîkariya bilez ê derman û pêdiviyên bijîşkî şand parêzgeha Silêmaniyê.
Li gor zanyariyan, alîkariya WHOyê ji çar paletên derman û pêdiviyên bijîşkî pêk tê û dema gihîştina wî barê dermanan de, Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî amade bû û nîgeraniya xwe ji ber zêdebûna ji nişkave ya zikçûn û verêşandina tund a li Silêmanî û çend parêzgehên din ên Iraqê nîşan da.
Wezîrê Tenduristiya eşkere kir: “Piştî 13 testên li labaratuvaran de hatin kirin, teqez bû ku ew nexweşî kolera ye û ji wan 13 kesan, 10 kes li Silêmaniyê ne. Em ji nêzîk ve dûvçûnê li ser rewşê dikin. Herwiha rewşên çavdêrî û amadekarî û bersivdayîn jî me berfireh kiriye. Hêvîdarin di çend heftiyên pêş de em bikarin kontrolê bikin. Elbet bi hevkariya nêzîk li gel Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û bi hevbeşên din ve.”
Herwiha Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Dr. Ehmed Zuytin jî destnîşan kir: “Rêxistina Tenduristiya Cîhanî pêbende bi piştevanîkirina Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê û li Bexda û Kurdistanê amadekarî û bersivdana li hember vê şewbê û ji bo kêmkirina bandorên wê li ser rûniştvanan hevkariyên me wê berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin