WHOyê amadebûna xwe ji bo alîkariya birîndarên bûyera sewata li Soranê nîsan da

09 December 2023 15:00 0 dîtin
WHOyê amadebûna xwe ji bo alîkariya birîndarên bûyera sewata li Soranê nîsan da

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) amadebûna xwe ji bo alîkariya birîndarên bûyera şewata li Soranê nîşan da.

Li gor zanyariyan, Cibicîkarê Karûbarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Iraqê Wael Hetahit li ser bûyera şewata avahiyekê li Soranê, pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Barzanî re danî.

Herwiha Hetahit sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera Soranê kir û amadehiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî ji jibirîndaran re nîşan da.

Saman Barzanî jî spasiya hevahengiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir û hêvî xwest ku Xwedê giyanê qurbaniyan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwest.