Iraq plana hinardekirina genim dike
PeyamaKurd – Ji ber ku îsal berhemanîna genim ji pêwîstiya navxweyî zêdetir e, Wezareta Bazirganî ya Iraqê plan dike ku nêzîkî 1 milyon ton genim hinarde bike yan jî bide kargehan ji bo berhemanîna ard.
Rêveberê Giştî yê Şîrketa Bazirganiya Genim a girêdayî Wezareta Bazirganî ya Iraqê Haydar Kerawî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de wiha got, di çarçoveya plana salane ya çandiniyê de, hikûmeta federal îsal nêzîkî 5 trilyon û 800 milyar dînar ji bo 6 milyon ton genim ji cotkaran re dabîn kiriye.
Kerawî da zanîn ku ji 5 trîlyon û 800 milyar dînaran heta niha 2 trilyon û 500 milyar dînar ji bo kompanya bazirganiya genim hatiye veguheztin û kompaniya ew pere li parêzgehên başûr ku yekem genim bazar kirine, belav kiriye.
Rayedar diyar kir ku Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê plan dike ku beşek ji berhemên genim ên îsal hinarde bike.
Tê pêşbînîkirin ku îsal berhemanîna Iraqê, ku pêwîstiya wê bi nêzîkî 6 milyon ton genim heye, ji bo dabînkirina pêwîstiya navxweyî bigihe 7 milyon ton. Ji ber vê yekê tê plankirin ku rêjeya mayî jî were hinardekirin an jî ji bo hilberîna ard bidin kargehên navxweyî.
Sala borî Hikûmeta Iraqê tenê 500 hezar ton genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê wergirtibû. Genimê mayî jî bi hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji aliyê çend kompaniyên navxweyî ve hatiye kirîn.
Li gorî zanyariyên hatine berhevkirin, îsal li ser 2 milyon û 900 hezar dekar zeviyên Herêma Kurdistanê genim hatiye çandin û hikûmeta Iraqê nirxê her tonekê 850 hezar dînar diyar kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin