Îro salvegera sewata Sînemaya Amûdê ye
PeyamaKurd – 60 sal ji ser şewata Sînemaya Amûdê (Sînema Şehrezad) ya ku di encamê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn derbas bûn.
Di sala 1960an de, ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo li fîlmê bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê Şevê) binerin.
Sînemaya Amûdê biçûk bû, têra nêzîkî 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistibûn hola sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarok şewitîn.
Fîlmê zarok temaşe dikin dirêj e, ji ber vê motora ku fîlm pêşkêş dike dişewite, agir bi sînemayê dikeve, zarok di nav de, derî hemû girtî, zarok nikarin birevin û ew agirê gurr xwe li bedena zarokan dipêçe.
Dema welatiyên Amûdê dibihîzin ku agir bi sînemayê ketiye û dûman bilind dibe, bi lez berê xwe didin sînemayê, di nav wan de Mihemed Seîd Axayê Deqorî ku Kurdekî Amûdê bû, xwe li deriyê sînemayê diqelibîne. Li gor çawdêran, Dergevanê sînemayê yan nikarîbû yan nedixwest derî veke û ji Mihemedê Seîd Axa re dibêje, zarokên te ne di sînemayê de ne, nabe tu derbas bibe. Lê Mihemedê Seîd Axa bersiva wî dide û dibêje: Hemû zarokên di sînemayê de, zarokên min in û pişt re derî bi zorê vedike û derbasî nav wî agirî dibe. Herwiha çawdêr destnîşan dikin, Mihemedê Seîd Axa heft caran derbasî Sînemayê dibe û her carê du zarokan dixe bin çengê xwe. Bi vî awayî 12 zarokan rizgar dike, lê cara heftan berî ku derkeve, hesinê ku di bin banê sînemayê de bû, bi ser wî de dikeve û ew jî di nav zarokên Amûdê de şehîd dikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin