Îsraîlê giliyê Tirkiyeyê li OECDê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Aboriyê yê Îsraîlê Nir Barkat derbarê biryara Tirkiyê ya qutkirina têkiliyên bazirganî yên bi wî welatî re giliyê Serokê Rêxistina Hevkarî û Pêşketinê ya Aborî (OECD) Mathias Cormann kir.
Barkat di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got: "Min ji ber biryara yekalî ya Tirkiyeyê ya rawestandina bazirganiya deryayî ya di navbera herdu welatan da giliyê Korman kir."
Barkat diyar kir ku rojek piştî ku Enqereyê ji ber şerê li Xezzeyê hemû hinardekirin û îthalata ji Îsraîlê re rawestandibû bi Cormann re civiya.
Wezîrê Îsraîlî bang li OECD kir ku "li dijî Tirkiyeyê gav bavêje" û îdia kir ku biryara Tirkiyeyê "bi eşkere qanûnên bazirganiya deryayî binpê dike û zirarê dide berdewamiya dabînkirina cîhanê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin