Îsraîlê seferberiya 400,000 rezervan pejirand
PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê biryarek pejirand ku destûrê dide artêşa Îsraîlê ku heta 29ê Gulanê 400 hezar leşkerên rezervê vexwîne.
Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê metna biryarê parve kir û wiha got, "Hikûmetê vê sibehê pejirand ku 400 hezar leşkerên din ên rezervê ji bo artêşê werin vexwendin."
Ev biryara ku destûrê dide artêşa Îsraîlê ku heta 29ê Gulana 2025an dema pêwîstî pê hebe, 400 hezar leşkerên rezervê gazî bike, piştî ku destûra berê ya artêşa Îsraîlê ya bangawazîkirina 320 hezar leşkerên rezervê îro bi dawî bû.
Li gorî televîzyona Kanal 14, hikûmeta Îsraîlê ku ji ber îhtîmala êrîşên li ser Xezzeyê ev biryar daye, wê karibe banga seferberiya 400 hezar leşkerên rezervê bike.
Di raporê de hat ragihandin ku ji bo erêkirina biryarê şîret li hikûmetê hatiye kirin û hat gotin, "Tê payîn ku sala 2025an weke sala 2024an bibe sala şer û agirbestên demkî jî hebin jî, li gelek herêman bêîstîqrarî heye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin