Ji Îranê peyama hilbijartinên Tirkiyeyê
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê derbarê encamên hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê de, ku li gorî encamên neferemî bi serkeftina Tifaqa Cumhur û AK Partiyê bi encam bûne de daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, li ser medya civakî wiha got: “Beşdariya zêde ya hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên roja Yekşemê bi awayekî serkeftî hatine kirin, nîşaneya serfiraziya bo demokrasiyê ye.”
Li gorî encamên hilbijartinên 14ê Gulanê, Tifaqa Cumhur û AK Partiyê di parlamentoyê de, piraniya kursiyan bi dest xistiye û hilbijartina serokomariyê jî ji ber ku ti namzedekî ji sedî 50+1ê dengan wernegirtiye maye gera duyem ku ew jî 28ê Gulanê tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin