Ji Sûdanî daxuyaniya serdana Erdogan
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a roja Duşemê ya Bexdayê de ragihand ku wê serdaneke berhemdar be.
Sûdanî got: “Wê serdana serokomarê Tirkiyê berhemdar be. Di navbera herdu welatan de cara yekem e daxwaziya çareserkirina pirsgirêkên dualî heye. Emê mijara pirsa avê bi Serokomar Erdogan re biaxivin.”
Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê jî doh di civîneke rojnamevanî de ragihand ku dê ev serdana wî ya bo Iraqê têkiliyan bigihîne asteke nû ya bilindtir.
Erdogan, herwiha da xuyakirin ku ew dê ji bilî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike û mijara hinartina petrolê jî gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin