Jimara miriyên lehiyê giha 141 kesan
PeyamaKurd – Li Almanya bi sedema barana zêde lehî rûbûbû û gelek kes ji ber lehiyê miribûn. Îro jimara miriyan hinek din zêde bû û giha 141 kesan. Deverên ku lehî bû sedema ew çend mirinê, eyaletên Rheinland-Pfalz û Ren a Ren a Bakûr Vestfalya ne.
Polîsê Koblenzê ragihand ku di eyaleta Rheinland-Pfalz ê de jimara miriya gihaye 98 kesan. Li eyaleta Ren a Bakûr - Vestfalya de 43 kes mirine. Heya niha bi temamî 141 kes mirine. Di lehiyê de 670 kes heya niha birîndar bûne.
Gelek kes wenda ne û niha hêzên rizgarkirinê li wendayiyan digerin. Ciyê lehî lê qediyaye xebatên paqijkirinê dewam dikim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin