Junta li Nîjerê qada hewayî girt
PeyamaKurd – Albay Amadou Abdramane, Berdevkê Encumena Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) ragihand, qada hewayî ya Nîjer heta daxuyaniyeke din girtî ye, ji ber ku ji hêla Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ve destwerdanek leşkerî were kirin.
Abdramane bal kişand ku li hemberî her binpêkirinan dê bi lez û bez bersiv bê dayîn û wiha got, "Welatekî biyanî bi hevkariya ECOWAS xwe amade dike ku êrîşî welatê me bike."
Abdramane diyar kir, ECOWAS di çarçoveya amadekariyên destwerdana leşkerî de li 2 welatên Afrîqaya Navîn leşker bi cih kirine û got, her welatekî ku tevli bibe wê weke hevkar bê dîtin.
Muhleta 7 rojî ya ku ECOWAS ji cûntaya leşkerî re di 30'ê tîrmehê de ji bo serbestberdan û îadekirina Serokkomar Mihemed Bazum dabû, wê li gorî saeta herêmî saet 00:00an de biqede.
Beşîr Adewale Midûrê Giştî yê Servîsa Gumrukê ya Nîjeryayê (NCS) di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ji ber derbeyê û bûyerên diqewimin Nîjeryayê hemû sînorên xwe yên bi Nîjerê re girtine.
Adewale got ku ev biryar li gorî rênimaya Civata Aborî ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) ye ku tevgera barhilgiran heya agahdariyek din rawestîne.
Adewale bal kişand ser wê yekê ku NCS wê civakên sînorî hesas bike da ku bi tevahî tevbigerin û got, ev biryar jî bi navê aştî û aramiya di navbera her du welatan de hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin