Kiliçdaroglu bertek nîsanî tayînkirina qayûman da
PeyamaKurd- Serokê partiya CHPê Kemal Kılıçdaroğlu di civîna şaredarên partiya xwe ya li bajarê Îzmîrê de axifî û got ku piştî hilbijartinên 31 ê adarê şaredarên HDP ê yek bi yek ji wezîfeya wan hatin girtin û di şûna wan de qayûm tayin kirin. Kılıçdaroğlu weha dewam kir:
“Hilbijêr bo çi dengên xwe bikaranîn? We sindoqan nedaniya. Meclisa belediyeyan heye, madem we şaredaran ji wezîfê girt, bila meclis şaredarê nû bibijarta. Îznê nedan wê jî. Ev bo demokrasiyê derbeye, bo îrada xelkê derbe ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin