Koalîsyona hikûmeta federal a Almanyayê hilwesiya

07 November 2024 19:03 0 dîtin
Koalîsyona hikûmeta federal a Almanyayê hilwesiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Almanyayê lîderên koalîsyona “lempa trafîkê” li avahiya Serokwezîrtiyê ya li Berlînê civiya û piştî civînê jî hate ragihandin ku koalîsyon hilweşiyaye.

Li Almanyayê koalîsyona sêalî ji Partiya Sosyal Demokrat(SPD), Partiya Keskan û Partiya Lîberal Hur Demokrat (FDP) pêk tê.

Piştî kûrbûna krîza di nava hikumeta koalîsyonê de, hate ragihandin ku êdî partiyên koalîsyonê ji hev çûne û belav bûne.

Serokwezîrê Almanya û Serokê Partiya Sosyal Demokratan Olaf Scholz, îro 7ê Mijdarê Wezîrê Darayî Christian Lindner ê ji Partiya Lîberal (FDP) ji peywirê girt.

Hate diyarkirin, Lindner ji Scholz re pêşniyar kiriye ku di destpêka sala 2025an de hilbijartinên nû pêk werin, lê Schoz ew pêşniyar red kiriye.

Scholz ragihand ku wê ji bo bawerî standina hikumetê di 15ê Çileya 2025an li parlamentoya Federal dengdan bê kirin.

Serokomarê Almanya Frank-Walter Steinmeier jî li ser belavbûna hevparên hikûmetê ragihand ku dawiya koalîsyonê ne dawiya dinyayê ye.

Li aliyê din Berdevkê Hikûmetê Steffen Hebestreit jî ragihand ku wek Wezîrê Darayî yê nû Jörg Kukies wê bê erkdarkirin.