Koreya Bakur mosekên Kruise avêtin

22 July 2023 17:00 0 dîtin
Koreya Bakur mosekên Kruise avêtin

PeyamaKurd – Koreya Başûr ragihand, Koreya Bakur gelek moşekên Kruise avêtin Deryaya Zer ku di navbera parzemîna Çînê û Nîvgirava Koreyê de ye.

Li gorî nûçeya Yonhapê, Serfermandariya Koreya Başûr bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî saeta herêmî saet 04:00an ve ber bi Behra Zer ve hatiye avêtin.

Di daxuyanîya hat dayîn de hat destnîşankirin, hewldanên tetbîqkirina muhtemel ên Koreya Bakur ji nêz ve tên şopandin, hat diyarkirin ku hişyariya artêşa Koreya Başûr bi hevkariya Amerîkayê hatiye destekkirin.

Koreya Bakur di 18ê Tîrmehê de li Deryaya Rojhilat (Behra Japonyayê) moşeka balîstîk a menzîla kurt ceribandiye.

Piştî 42 salan, Amerîkayê keştiya binavokî ya pola Ohio USS Kentucky şand avên Koreya Başûr û ev jî aloziya li herêmê zêde kir.

USS Kentucky di 18ê Tîrmehê de li Busan Harborê lenger kiribû û piştî serdaneke 3 rojan di 21ê Tîrmehê de ji ava Koreya Başûr derketibû.