Leskerên Ermenistanê leskerekî Azerbeycanê kustin
PeyamaKurd- Di navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de, bi deh salane ku gengeşe û pevçûn heye. Ûro jî nîşanvanekî Ermenistanê sîlih bera leşkerekî Azerbeycanê da û leşkerê Azerbeycanê hat kuştin.
Bûyer li ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê qewimî. Fermandariya dewleta Azerbeycanê ya Xizmetên Sînorî ragihand ku leşkerên Ermenistanê li ser sînorê bajarê Gazahê, li gundê Kuşçu Ayrımê agirbestê îhlal kirine.
Di beyana fermandariyê de hatiye gotin ku nîşanvanên baş yên Ermenistanê îro siet di 3 yê piştî nîvro de, bera leşkerê wan yê bi navê Ferzeli Ferzeliyev dane û leşker jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin