Leskerekî Azerî û du leskerên Ermen hatin kustin

12 January 2022 16:00 0 dîtin
Leskerekî Azerî û du leskerên Ermen hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 11ê Çile li herêma sînor a navbera Azerbaycana û Ermenistanê de şer rû daye û di encamê de leşkerekî Azerî û 2 leşkerên Ermen hatin kuştin.

Piştî wî şerê ku li ser sînor rû daye her du aliyan hevdu tawanbar kir û li gorî daxuyaniya Wezareta Bergiriya Azerbaycanê hêzên Ermenîstanê li devera Kelbecer ketine nava tevgereke sorkirinê û ji ber wê li sînor rewş aloz bûye û êrîş ji aliyê hêzên Ermenîstanê ve dest pê kiriye.

Ermenîstanê jî Azerbeycan bi têkdana aramiyê tawanbar kir û diyar kir, artêşa Azerî bi top û dronan li çeperên sînor dane û ev hewldana sorkirinê ya artêşa Azerbeycanê jî bûye sedema kuştina 2 leşkerên Ermenî.

Berî niha jî Ermenîstanê ragihandibû ku li herêma Qerebaxê di encama êrîşa leşkerên Azerî de, 4 cotkarên Ermenî jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di sala 2020an de, di navbera her du welatan de şerekî dijwar derket ku bi qasî 6 hefteyan dewan kiribû û di wî şerê de zêdetirî 6 hezar û 500 kes ji her du aliyan hatibûn kuştin.