Serokwezîrê Ermenîstanê: Di nav hefteyekê de 135 leskerên Ermenî hatin kustin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de axivî û diyar kir, di nav hefteyekê de di encama şer û pevçûnên navbera Azerbaycan û Ermenistanê de 135 leşkerên Ermenî hatin kuştin.
Nîkol Paşînyan li ser rewşa ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê de zanyarî dan û got, niha hikûmet pêwîst nabîne ku rewşa şer ragihîne, lê belê kesên xwebexş dikarin sûdê bigihînin berevaniya welat.
Di berdewamiyê de eşkere kir: “Heta îro, hejmara kuştiyan gihîştiye 135 kesan. Ev hejmar hîn tekez nîne, gelek birîndar hene.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin