Artêsa Ermenîstan û DYAyê wê li Ermenîstanê tetbîqatên hevpar pêk bînin

06 July 2024 16:12 0 dîtin
Artêsa Ermenîstan û DYAyê wê li Ermenîstanê tetbîqatên hevpar pêk bînin

PeyamaKurd – Ermenistan û DYA dê di navbera 15-24 Tîrmehê de tetbîqata hevpar a 'Eagle Partner 2024' li dar bixin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ragihand ku artêşa Ermenîstan û DYAyê wê di nîvê vê mehê de di çarçoveya mîsyonên parastina aştiyê yên navneteweyî de tetbîqatên hevpar pêk bînin.

Wezaretê diyar kir ku tetbîqata di çarçoveya amadekariyên beşdarbûna mîsyonên aşitiyê yên navneteweyî de wê di navbera 15-24ê Tîrmehê de bê lidarxistin, Tûgaya Aşitiyê ya Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, hêzên bejayî yên Amerîkayê yên li Ewropa û Afrîkayê û personelên leşkerî yên Parastina Neteweyî ya Kansasê. dê beşdarî tetbîqatê bibin.

Wezaretê destnîşan kir ku armanca tetbîqatê ew e ku asta hevxebata yekîneyên ku beşdarî mîsyonên aşitiyê yên navneteweyî dibin, ji bo parvekirina baştirîn pratîkên ragihandinê yên îdarî û taktîkî û her wiha zêdekirina amadehiya şer a hêzên aştiyê yên Ermenistanê ye.