Helîkoptera Serokwezîrê Ermenîstanê Pasînyan bi awayekî lezgîn daket

25 May 2024 16:03 0 dîtin
Helîkoptera Serokwezîrê Ermenîstanê Pasînyan bi awayekî lezgîn daket

PeyamaKurd – Helîkoptera Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan ji ber şert û mercên hewayê bi awayekî lezgîn daket. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Paşînyan û heyeta pê re baş e.

Helîkoptera Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan ji ber şert û mercên hewayê bi awayekî lezgîn daket.

Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya Paşînyan û rayedarên din baş e.

Helîkoptera Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan danê sibê dema diçû Taşîrê ji ber şert û mercên hewayê yên xerab li Vanadzorê bi awayekî awarte daket. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya Paşînyan û rayedarên pê re baş e.

Paşînyan di daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê ya piştî daketinê da wiha got: "Hevalên hêja, her tişt baş e. Ji ber şert û mercên hewayê nebaş helîkoptera me li Vanadzorê bê plan danî. Niha em bi wesayîtan sefera xwe didomînin. Ji her kesî re rojeke xweş dixwazim. "