Serokwezîrê Ermenîstanê Pasînyan bi koronayê ket
PeyamaKurd - Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan ragihand ku ew bi koronayê ketiye.
Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan li ser hesabê xwe yê medya civakî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew û malbata xwe bi koronayê ketine.
Nikol Paşînyan got nîşaneyên koronayê lê xuya nabin lê testa wî pozîtîf derketiye: “Tevî ku tu nîşane xuya nekin jî mixabin testa min pozîtîf derketiye.”
Paşînyan got endamên malbata wî jî asemptomatik in û da zanîn ku, herhal di dema civîneke xwe ya karî de enfekte bûye.
Paşînyan eşkere kir ku ew dê tevî malbata xwe têkeve karantînayê û demekê li malê bixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin