Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi tûsî vîrusa Koronayê bû

03 September 2020 09:31 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi tûsî vîrusa Koronayê bû

PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi, bi vîrusa Koronayê ket.

Doktorê Berlusconi bi daxuyaniyekê ragihand, li ser Berlusconi yê 83 salî tu nîşana nexweşiyê tune û ew li mala xwe ketiye karantînê.

Li gor daxuyaniya doktorê Berlusconi, ew demekê li Girava Sardinya maye, testa vîrusa Korona kiriye û ew test pozîtîf derketiye.

Girava Sardinya di rojên dawî de bi zêdebûna hejmara pêketinên nû yên vîrusa Korona ketibû rojeva Îtalya.

Karsazê Îtalî Flavio Briatore jî, ku bi Berlusconi re li Girava Sardinya hatibû dîtin, hefteya borî bi vîrusa Korona ketibû.

Agahİyên dawî yên karbidestên saxlemî yên Îtalya raber dikin, ku li Îtalya ji 271,000an zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine û 35,497 kes jî bi vîrusê can dane.