'Li Qerebaxê 4 leskerên Ermen hatin kustin'
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Qerebaxê ragihand ku di encama êrîşa artêşa Azerbaycanê ya li ser navçeyên Martûnî û Martakert ên Ermenîstanê de, 4 leşkerên Ermen hatin kuştin.
Di daxuyaniya ku li ser Twitterê hatiye belavkirin de, hatiye diyarkirin ku hêzên Azerî li navçeyên Martûnî û Martakertê bi topan û dronan êrîş birine ser xalên Ermen û hat gotin: “Di encama vê provokasyona nû ya Azebaycanê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.”
Li ser vê êrîşê aliyê Azerbeycanê ti daxuyaniyek fermî belav nekiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev ev daxuyanîya derbarê êrîşa Azerbaycanê de, di demeke ku ji doh ve rayedarên Ermenistan û Azerbaycanê li Washîngtonê hevdîtinan dikin, hatiye kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi hemkarê xwe yê Ermen Ararat Mîrzoyan û hemkarê xwe yê Azerî Ceyhûn Bayramov re 27ê Hezîranê hevdîtinên cuda kirin û civîneke sêalî lidarxistin ku dê hevdîtinên li Washingtonê yên ji bo çareseriyê heta vê Pêncşemê dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin