Li Deryaya Egeyê erdhej berdewam dikin!

12 February 2025 11:38 0 dîtin
Li Deryaya Egeyê erdhej berdewam dikin!

PeyamaKurd - Deryaya Egeyê ya ku di navberên cuda de erdhej lê dewam dike, serê sibê dîsa hejiya.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, di saet 04.14an da bi lerza 5,1ê erdhejek ku navenda wê Deryaya Egeyê bû, çêbû.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdheja navborî heta saet 07.20an li Deryaya Egeyê bi lerza 3,5 û 3,9an bi tevahî 9 erdhej çêbûn.