Li Ermenistanê polîs mudaxeleyê çalakvanan kir

22 September 2023 23:16 0 dîtin
Li Ermenistanê polîs mudaxeleyê çalakvanan kir

PeyamaKurd – Li Ermensitanê li payîtext Yerîvanê xwepêşandêrên ku li dijî serokwezîr Nikol Paşinyan çalakî dikin û îstîfa wî dixwazin, di navbera wan û polîsan de pevçûn derket û polîs gelek kesan xist bin çav.

Piştî Azerbeycan li Qerebaxê operasyon kir ser hinek rêxistinên Ermeniyan û Paşinyan ne terefdarê kiryarên wan rêxistinên Ermenan bûn, muxalefeta Ermenistanê li dijî Paşinyan dest bi çalakiyan kiribû.

Serpereştên partiyên muxalif yên Ermenistanê bang kir ku xelkê terefdarê wan li ber parlementoya Ermenistanê bicive. Hinek xwendevanên lîsê û zankoyan destekê dan muxalefetê û hinek sendîka biryarê dan ku dest bi grevê bikin.

Tedbîrên asayîşê yên li ber parlementoyê û konsulxaneya Rûsyayê ya Yerîvanê hatin sitendin. Di çalakiyên îro de bi boyaxê êrîşê ser konsulxaneya Rûsyayê kirin.