Li Ewropayê, çalakiyên protestoyî zêde bûn

01 February 2023 15:30 0 dîtin
Li Ewropayê, çalakiyên protestoyî zêde bûn

PeyamaKurd- Di çapemeniya Fransayê de hat ragihandin ku li ser banga sendîkayan, xebatkarên gelek sektoran li gelemperiya welêt dest bi çalakiyên protestoyî kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber reforma malnişîniyê ya li Fransayê, bi hezaran kes daketin qadan û li seranserê welêt, çalakiyên rawestana kar hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku bi taybetî li Parîsê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku dem bi dem di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket. 

Her wiha hat zanîn ku li Belçîkayê kedkarên cemaweriyê ji bo protestokirina giraniya kar meşiyan û çapemeniya Fransayê ev çalakiya girseyî wekî “rojeke reş” bi nav kir.

Hat diyarkirin ku li ser banga sendîkayan, li gelemperiya welêt li zêdetirî 300 xalan sektorên enerjî, veguhestin, perwerdehî û tenduristiyê dest bi grevê kirin û xzmetên metro û trênê ji saetên serê sibehê ve hatin kêmkirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di seferên bejahî û hewayî de jî astengî derketin. Ji ber grevê hin muze û birca Eyfelê hatin girtin.

Hat ragihandin ku di çalakiyên ku li seranserê Fransayê tên rêvebirin de 11 hezar polîs û cendirme hatine erkdarkirin û xwendekarên zanîngehê jî bi çalakiya rûniştinê piştgirî dan çalakiyê.