Li Îranê, 2 erdhejên mezin çêbûn

26 March 2023 17:30 0 dîtin
Li Îranê, 2 erdhejên mezin çêbûn

PeyamaKurd- Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Erdhejnasiya Neteweyî ya Îranê ve hatin ragihandin, bişev 2 erdhejên bi pileya 4.2 û 4.7 ku li parêzgehên Fars û Îlamê yên Îranê çêbûn û li parêzgehên Buşehr, Loristan û Xuzistanê jî hatin hîskirin.

Li gorî hat ragihandin, erdheja bi pileya 4.2 ku navenda wê li bajarê Heşt ê eyaleta Farsê bû, saet 21:43yan de çêbû û hat diyarkirin ku erdheja ku 10 kîlometre di bin erdê de çêbû, li parêzgeha Buşehrê jî hat hîskirin.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku erdhejek jî bi pileya 4.7 ku navenda wê bajarê Murmurî yê ser bi parêzgeha Îlamê ye, saet 22:43 yan de çêbû.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, erdheja ku hat ragihandin di kûrahiya 18 kîlometreyan de pêk hatiye, li parêzgehên Lorîstan û Xuzistanê jî hatiye hîskirin.

Heta niha li ser ziyanên canî û madî daxuyanî nehatiye dayîn.