Li Kerkûkê wesayiteke bombebarkirî hat teqandin!
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Kerkûkê wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin û tê gotin ku qurbanî hene.
Dije teror a Kurdistanê bi daxuyaniyekê belav kir ku bi rêya otomobîleke bombebarkirî teqînekê li nav bajarê Kerkûkê rû daye û hat ragihandin ku di derbarê ziyana wê teqînê de agahî nehatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku hêzên emnî gihiştine cihê bûyerê.
Tê ragihandin ku qurbanî hene û agahiyên berfire dê piştre bên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin