Li Nîjeryayê aramî çênabe

03 June 2018 18:28 0 dîtin
Li Nîjeryayê aramî çênabe

PeyamaKurd- Li bakûrê rojavayê Nîjeryayê, di şer û pevçûna çekdar de herî kêm 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina ajansa nûçeyan ya Nîjeryayê (NAN), li eyaleta Zamfarayê, li gundê Zakûnayê grûbeka çekdar êrîş bir ser gund û 15 kesan kuşt. Berdevkê asayîşa eyaleta Zamfarayê Muhammed Şehû ragihand ku birîndaran xistine bin tedawiyê û li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Ji tirsa êrîşan, di herêmê de gelek kes dev ji malên xwe berdane û deverê terk kirine. Bi sedema aboriya deverê li ser terş û tareşe, gelek heywan telef bûne.