Li Qamislo otomobîlek bombekirî hat teqandin

17 June 2019 15:57 0 dîtin
Li Qamislo otomobîlek bombekirî hat teqandin

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombekirî hat teqandin û hejmarek kes di encama teqînê de birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqîna ku li Filkeya Sonî ya bajarê Qamişlo bi teqandina otomobîleke bombebarkirî rû daye de, bi kêmî du kes birîndar bûne.

Hêzên hawarçûnê û asayîşa navxwe yên Rêveberiya Xweser a Rojava li cihê bûyerê ne.

Di wêneyên ku li ser medya civakî hatine belavkirin de, tê gotin ku ji avahiya asayîşê dûxan bilind dibin.