Li Rihayê fisekên hewayî hatin qedexekirin

14 December 2019 19:01 0 dîtin
Li Rihayê fisekên hewayî hatin qedexekirin

PeyamaKurd- Bi sedema ku qeza çêdibe û dibe sedema birîndariyê li bajarê Rihayê bikaranîna fişekên hewayî di dawet û rojên taybet de hatin qedexekirin. Parêzgeriya Rihayê ragihand ku fişek û maddeyên weka wan bê destur, bê rixset û ne di ciyê rewa de tên bikaranîn û jiyana xelkê dixe talûkê.

Parêzgerî ne tenha bo fişekan her weha li cem bakkal û markêtan tiştên ku yên teqemeniyê ne û tên firotin, zarok wan dikirin û dibe sedema tenduristiya wan dikeve talûkê. Bi van sedeman kesên ku li pey vê fermannameyê neçe, wê di derbarê wan de xalên qanûnî bên bicîhanîn.