Li Silêmaniyê êrîsî malakê kirin
PeyamaKurd – Li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê êrîşî malakê kirin.
Li gor zanyariyan, di saet 20:00an de dengên du teqînan li taxa Kazêwe ya bajarê Silêmaniyê hatin bihîstin.
Çavkaniyên li nêzîkî cihê bûyerê eşkere kirin, kesekî li ser motorsîkletê bombeyekî destî avêtiye nava malekê.
Herwiha piştî teqînan, hêzeke mezin a ewlehiyê gihîşt cihê bûyerê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin