Li Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê hatin destpêkirin

11 April 2022 16:20 0 dîtin
Li Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê hatin destpêkirin

PeyamaKurd-Ji bo hilbijartinên 2023yan ên li Tirkiyeyê, xebatên ji bo peywirdarên sindoqan dest pê kirin. Ak Partî di nav dan û stendinan de ye; her 6 partî jî herî kêm dê 185 hezar kesan peywirdar bikin.

Tevî ku salek ji hilbijartinan re maye jî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê dest bi xebatên peywirdarên sindoqan dikin da ku perwerdehiya wan bidin destpêkirin. Ji bo tifaqa 6 partiyên opozîsyona Tirkiyeyê, herî kêm erkdarkirna 185 hezar peywirdaran tê payîn.

Ak Partî jî li ser karên hilbijartinê dest bi civînan kir

Alîkarê Serokê Giştî yê Karên Hilbijartinê Alî Îhsan Yavuz, demek e ku li şaxên Ak Partiyê yên bajaran digere û li gel serokên şaxan civîn û dan û stendinan dike.

Ak Partî jî wekî partiyên opozîsyonê girîngî dide perwerdehiya peywirdarên sindoqan lewra di amadekirina girtekên fermî de ji bo ku pêşî li wendabûna dengan bê girtin, asta zanebûn û hişyarbûnê girîng dibînin.