Derbarê hilbijartinên Stenbolê de 32 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin

02 May 2019 12:53 0 dîtin
Derbarê hilbijartinên Stenbolê de 32 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin

PeyamaKurd - Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de, li sindoqên navçeyên Ataşehir, Maltepe û Kadikoyê 32 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsinê de Serdozgeriyê Anadoluyê gazî zêdetirî 100 serokên sindoqan kir ku bi sifeta ‘gumanbar’ îfade bidin.

Cîgirê Serokê Giştî yê AKP Ali Ihsan Yavuz ragihand ku eger hilbijartinên Stenbolê bên dûbarekirin dê heman namzed têkevin pêşbaziyê.

Yavuz derbarê lêpirsînê de axivî got: “ez şaş nebûm, ev demeke me jî lêkolîn dikirin. Eger hilbijartin bê dûbarekirin dê heman namzed têkevin hilbijartinê. Dengdêr jî dê heman bin, bi tenê dê serokê sindoqan biguhere.”

Buroya Lêpirsîna Sûcên Malî û Qaçaxiyê Rêxistinbûyî ya Anadoluyê di çarçoveya lêpirsînê de dê li serokên sindoqan binêre bê dikarin bibin namzed yan na.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku eger Lijneya Bilind a Tirkiyê (YSK) biryar bide ku hilbijartin ji nû ve bên kirin dê AKPê bi ser bikeve.

Berdevikê CHPê Faik Oztrak dabû zanîn ku ‘hinek kes’ dixwazin ku encamên hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ‘bi endezyariyeka sîyasî’ biguherînin. Oztrak diyar kiribû ku daxuyaniyên AKPê  û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) tahdeyê li civatê dikin.